Weke ku di dîroka çand û wêjeya hemû gelan de, girîngiya cihê muzîkê xweseriya xwe her berdewam kiriye, şêweyê muzîkê jî di dîroka wêjeya wan gelan de bandorek girîng li ser hestên wê civakê kiriye. Her wiha, şêweya muzîkê û nasnameya hin gelan bi hev ve kelijandiye. Li gor vê yekê, dema “Dengbêjî!” tê gotin, yekser civaka Kurd, kesayeta Kurd, nasnameya Kurdî ango ziman û muzîka Kurdî tê hişê mirov. Lewre dengbêjî; ji bo civaka Kurd ne tenê şêwêyê xweser a muzîka Kurdî ye; di heman demê de taybetmendiyên kesayeta serhildêr ya Civaka Kurd û zelalkirina asoya jiyana Civaka Kurd e jî.
Ji ber vê yekê muzîk; hêza herî mezin a ku bandorê li ser hestên mirov û civakê dike û wê bi teşe dike ye. Li ser bîr û bawerî û nêrîn û hestên civakê bandorekî nûjen dide afîrandin da ku civak bi pêlekî nûjen û bi coş biherike pêşerojê. Çavkaniya coşa jiyana civkî ye muzîk, di heman demê de parvekirina xemgînî, bîranîn û vegotina bûyer û qewimînên erjeng e jî muzîk. Digel vegotina evin û şahiyan, bûyer û qewimînên erjeng ên civakî çewa ku dilê hemû mirovan diêşîne û wan xwemgîn dike, muzîka ku wan bûyeran bi şêweyê hunerî tîne ziman jî ji aliyê hemû mirovan ve tê guhdarîkirin ji ber vê yekê jî “muzîk gerdûnî ye” hatiye gotin. Hin parçeyên muzîkê ku gotinên wan baş neyê fêmkirin jî, bi vegotina hestan bala mirivan dikişîne û bi baldarî tê guhdarîkirin. Ango muzîk, wek vegotinek gerdûnî coşî û xemgîniyên hemû civakan bi hev dide zanîn, bi hev dide nasandin, bi hev dide fêrkirin e. Dema em flamenkoyê guhdar dikin û lîstika wê temaşe dikin em, hestên civaka Îspanyolî têdigihîjin. Di wê çarçoveyê de em, coşî û êş û janên bûyerên civaka Îspanyolî fêr dibin û li wê gorê dibin xwediyê agahiyê. Şêweyê muzîka gelên parzemîna Afrîka, gelên parzemîna Amerîka, Hindistan, Awropa, Rûsya û hwd. vegotina aheng û şêweyê muzîka wan, hemû mirovên guhdar hestiyar dike, wan dicoşîne an jî xemgîn dike. Bi xemgînî û coşiya wan re dibe hevpar. Her wiha hemû gelên din jî xwedî xweseriya ziman, çand, huner û muzîka xwe ne. Di dîroka hemû gelan de girîngiya ziman, çand, hurer û muzîkê bi awayekî kivşe her cihê xwe parastiye. Xwedîderketin û parastina ziman, çand, huner û muzîkê jî wek xedîderketina nasnameya gelêrî xwedîderketina xwe bi xwe hatiye dîtin ev yek bûye bingeha hevgirtin û yekîtiya wî gelî ya li hember xetereyên neteweyî. Lewre çand û huner, muzîk û jiyan wek xerca avahîsaziya neteweyî bi hev ve kelijandî ne û hemû kesên wî gelî li ser hîmê hevpar bi hev ve dikelijîne. Muzîka hemû gelan, ahenga wan a ji parzemîna wan hatiye dawerivandin û hatiye dahûrandin e. Muzîk, kesayeta wî gelî di nava xwe de dihewîne, dicoşîne geş û gurr dike. Muzîk kesayet e. Xwedîderketina muzîkê divê di wê astê de were nirxandin.
Xweseriya jiyana dîroka civaka Kurd, ku di nav tengasî, erjengî û bûyerên bêhempa de bi pêş ketiye, bûye sedema ku hemû beşên avahîsaziya civaka Kurd wek; nasnameya neteweyî, zimanê Kurdî, çand û huner û muzika Kurdî ango jiyana civakî hemû bi bêpergaliyek ‘asayî!’ bi pêş bikeve. Lewre mercên jiyanê ji bo civaka Kurd her ne asayî bûye; êrîşên pişaftinê, tune hesibandin û tunekirinê li ser hatiye meşandin, di nava qedexekariyên giran de mercên ku pergalek asayî bide avakirin û sazkirin nedîtiye. Ev e Dengbêjî, li hember pişaftin û tunehesibandinê têkoşîna xedîderketina xwebixwe ye. Li gor bûyer û qewimînên ku hatine serê civakê, jiyanek asayî hema bibê qet pêkan nebûye. Navê wê qedexe bûye, zimanê wê qedexe bûye, huner û muzîka wê ta sala 1992yan bi zagonî qedexe bûye. Perwerdeya xwe bi xwe nikaribiye pêk werîne, ji ber vê yekê jî her hatiye pişaftin û heliyaye. Digel ku xwedî dîrokek herî kevnar a ji gelên cîhanê be jî, serdanpê di nav tengasî û qedexeyan de, bûyer û qewimînan de, neasayî û ne azad jiyaye, qedexe jiyaye!.. Di nava van mercên giran û astengker de jî helwestek pîroz şopandiye, li nirxên xwe, ziman û nasnameya xwe, her wiha li çand û muzîka xwe ango li xwe xwedî derketiye. Wek di dîroka Civaka Kurd de jî hatiye destnîşankirin, Civaka Kurd, bedêla xwedîderketina xwe gelek giran daye lê ji rûmeta xwe dûr neketiye, li ziman, muzîk, nirx, çand û hunera xwe xwedî derketiye digl hemû êrîş û tengasî û astengiyan.
Di nava mercên jiyana tengezar de, di dîroka civaka Kurd de rola dengbêjan diyarde ye. Ew bûne barkêşên ziman û çanda Kurdî. Vî barî hilgirtine. Dengbêj û dayikên Kurd, giraniya barê ziman û çanda Kurdî hilgirtine, gihandine roja me. Bêguman em spasdarê wan in, bi minetdarî rêzên xwe pêşkêş dikin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Lê ji niha û pêve jî, divê ev helwest bê bipêşxistin, xurtkirin û bipergalkirin. Ango, sazûmanî ji bo vê xebatê pêwîst e. Sazûmaniya ku awazên dengbêjan bide fêrkirin, wateya wê bide vegotin da ku jê bê hezkirin. Lewre, encax bi dorfirehî pê bizanibe miroz dikare jê hez bike, mirov jê bê agahî be mirov nikare jê hez bike!
Li hember hemû qedexekarî û astengiyên geflêxur, dengbêj li ziman û çand û hunera Kurdî xwedî derketine. Ew wek têkoşerê zimanê Kurdî, têkoşerê muzîk û hunera Kurdî her têkoşiyane. Bi awayek veşartî, gund bi gund geriyane, kilaman strane, kilam çêkirine, awazan honandine, hestên civaka Kurd anîne ziman û li gor mercên tengezar qeyda wan a teypê pêkanîne. Bûyerên di civaka Kurd de pêkhatine, bi şêweyê dengbêjî honandine, anîne ziman. Bi şêweyê degbêjî kilaman afîrandine. Dema hatiye bihîstin ku dengbêj ew ê were gund, kesên vê agahiyê bihîstine, teypa xwe û kasetên xwe amade kirine da ku teypa xwe deyne ber dengbêj û qeyda kilama dengbêj pêk werîne. Bi vî awayî dema dengbêj diçe gund, mala ku lê mêvan e ew ezimandine cihê rûniştinê tê de namîne û bi dehan teyp ji bo qeyda dengê kilaman hatine amadekirin. Û dengbêj bi demên dirêj kilamên xwe distirê, bi coş û kelecen xwediyê teypan dengê wî qeyd dikirin. Rewşa hemû dengbêjên civaka Kurd bi vî rengî pêkhatiye. Lewrê wê demê wek zagonî li Turkiyeyê zimanê Kurdî qedexe bû, kasetên teypan dibû sedema girtin û cezakirina Kurdan. Ji ber vê yekê ev kilamsitrana dengbêjan jî di nava tirs û xofên giran de, xefkirî pêk dihat ku ev yek jî wek çalakiyekî xweser pêk dihat.
Yek ji dengbêjên civaka Kurd Dengbêj Şakiro; di 25ê berfanbara sala 1936an de li Gundê Kelê yê girêdayî navçeya Zêdkan a ser Agiriyê hatiye dinê. Malbata wî Zîlî ye. Şakirê Kurê Bedîhê Mihê Zîlî ye. Bedîhê Zîlî, piştî tevkujiya Geliyê Zîlan ji bo canê xwe xilas bikin koçber bûne, mehkûm û firar manê bi demên dirêj. Malbata Dengbêj Şakiro jî dibe mehkûm û firarê dewletê. Digel mezinên malbatê, birayên wî yên mezin jî ji bo jiyana xwe biparêzînin dibin mehkûm û firarên dewletê. Ji ber vê sedemê Dengbêj Şakiro jî di temenê xwe yê ciwaniyê de di sala 1959an de digel hemû malbata xwe, ew dişînin nefyê (sirgûnê) bajarê Adanyê. Li wê derê 7 sal li nefiyê dimînin. Piştî 7 salan şûnde, di sala 1966an de encax dikarin vegerin Mûşê. Ji wir jî piştî 2 salan, di sala 1968an de vedigerin Karayazî / Gogsî ya navçeya Erzeromê û li wir bicih dibin.
Dengbêj Şakiro, ji zarokatiya xwe de kilamên dengbêjiyê xwendiye û xwe bi hestên dengbêjiyê gihandiye. Di dema ciwaniya xwe de di radyoyê de stranên bi zimanê Tirkî hinek bala wî dikişîne lê piştî hişyariya bavê wî; “Şakirê min, lawo heke tu tenê bi zimanê Kurdî nestrêyî tu ne kurê min î, ez ê te ji ewladtiya xwe red bikim!” Ev hişyarî dibe sedema ku bi hestên netewetiya xew ve bikelije. Li ser vê gotina bavê wî ew jî berê xwe rast dike û bi coşek mezin hemû hêza xwe dide dengbêjiyê ango muzîka Kurdî. Bi vê mebestê wek şagirtê dengbêjê navdar ê wê demê Resoyê Gopala, perwerdeya xwe ya dengêbêjiyê dişopîne. Dengbêj Reso jî ew cewhera Şakiro dibîne û ji bo bipêşxistina wî hewl dide.
Dengbêj Şakiro, her ku diçe bêhtir kilaman distrê, kilaman diafirîne û li derdor bêhtir tê nasîn, guhdarkirin û hezkirin. Nav û dengê Dengbêj Şakiro êdî li hemû dorhêl hatiye bihîstin û bi hezkirinek mezin tê pêşwazîkirin, bi baldarî tê guhdarîkirin. Stranên wî hestên Civaka Kurdî tîne ziman, dengê wî dibe sedema kelecana civakî. Dengbêj Şakiro cure bi cure distrê, dem bi dem Dîwana dengbêjan amade dike, wek dîwana dengbêjan, digel koma dengbêjan bi roj û şevan kilaman dibêjin û bandorek mezin a muzîka Kurdî bipêş dixin. Dengbêj Şakiro, li ser bûyerên dibihîze, dibe şahid, êş û coşên pêk hatine dike kilam û gund bi gund bi derdorên xwe re parve dike. Lehengî û îxanetên civakê, êş û evînên civakê kiriye kilam û bi lêhûrbûnek mezin aniye ziman, straye. Kilamên bandorker ên civakê jî dîsa straye, bi coşek mezintir aniye ziman û bi dengê xwe yê xweser ji nuh ve ristiye, straye. Dengbêj Şakiro, êdî bûye çavkaniya hestên civaka Kurd û wek têkoşerê ziman, çand, huner û muzîka Kurdî hemû giraniya barê xwedîderketina nirxên Kurdî hilgirtiye. Dilê wî bi êş e lewre li bendê ye ku hemû civak li nirxên xwe xwedî derkeve! Lê belê ev êş û libendê mayîn heta nefesa dawîn pê re dimîne! Ta 5ê pûşpera 1996an li Îzmîrê nefesa xwe ya dawîn dide jî çavên wî li benda civaka Kurd e ku li nirxên xwe, li xwe xwedî derkeve.
Dengbêj Şakiro ku wek “Kewê Ribat” “Şahê Dengbêjan” hatiye binavkirin û li gor vê rasteqîniyê jiyaye, kilam afîrandiye û straye, li gor keda wî barê xwedîdeketinekî daye ser milên nifşê pey xwe. Bi feraseta xwedîderketina ziman, çand, huner û muzîka Kurdî me pêwîstî dît ku li ser navê Dengbêj Şakiro em sazûmaniyekî ava bikin. Me bi navê Weqfa Dengbêj Şakiro / Dengbêj Şakiro Vakfı (DŞV), li Stembolê, bi mebesta parastina hemû mafên hunermendî yên Dengbêj Şakiro, dereng be jî sazûmaniyekî ava kiriye. Şad û bextewer in. Bi vê xebatê armanc; wek sazûmaniya xwedîderketina şêweyê xweseriya muzîka Kurdî, arşîvkirin û bi pêşxistina dengbêjiyê ye. Li vê sazûmaniyê li gor navê Dengbêj Şakiro me pilansaziya perwerdeya dengbêjiyê kiriye. Her wiha em ê perwerdeya çand û huner û muzîka Kurdî, panel û konferansên zanistî yên li ser dengbêjî, ziman, huner û muzîka Kurdî pêk werînin. Êdî ev der Weqfa Dengbêj Şakiro, wek navenda dengbêjiyê ye.
Weqfa Dengbêj Şakiro / Dengbêj Şakiro Vakfı (DŞV) : Di encama hewldanên dorfireh de, li gor navê Şahê Dengbêjan Dengbêj Şakiro sazûmaniyek ava bû. Sazûmaniya Weqfa Dengbêj Şakiro, bi armanca xwedîderketin û bipêşxistina dengbêjiyê, perwerdeya dengbêjiyê ku wek şêweyê muzîka Kurdî ye û kesayeta Kurdayetiyê di nava xwe de dihewîne bipêş bixîne, li ser muzîk, çand û hunera Kurdî xebatên akademîk pêkwerîne, perwerdeya zanistî li ser van mijaran bimeşîne bi ciwanan ango nifşên nuh dengbêjiyê bidin fêrkirin, wek navenda hunera Kurdî vê sazûmaniyê bi cîhanê bidin nasîn. Bi vê mebestê ji bo di nava cîhanê de jî danasîna dengbêjiyê ango muzîka Kurdî pêk were panêl û konferansên navneteweyî jî wek armanc kivş dike. Mercên jiyanê di warê danasîna dengbêjiyê de kêmderfet bûye. Bi saya Weqfa Dengbêj Şakiro / Dengbêj Şakiro Vakfı (DŞV) em wek dildarên dengbêjiyê, bi xwestek in ku vê xebatê bipêş bixin, pergala perwerdeyek dorfireh, li gor hemû astan akademîk bipêş bixin û bigihîjin armanca xiyalên Dengbêj Şakiro ku xiyala hemû dengbêjên civaka Kurd in.
Ji bo ew hesreta ku di dilê Şahê Dengbêjan, Dengbêj Şakiro de mabû em bibersivînin, ji bo ew hesreta di dilê wî de mabû em derxînin, wek lêborînxwestinekî em vê sazûmaniyê; Weqfa Dengbêj Şakiro / Dengbêj Şakiro Vakfı ava dikin û li benda alîkarbûna hemû kesên ku xwe di dengê Dengbêj Şakiro de dibînin de ne.
Digel rêz û silavên me
Avakarên Weqfa Dengbêj Şakiro