Bîyografî

JÎNENÎGARIYA DENGBÊJ ŞAKIRO

Dengbêjê navdar ê Civaka Kurd Dengbêj Şakiro, wek tê zanîn di sala 25ê berfanbara 1936an de li gundê Kelê yê girêdayî navçeya Eleşkîrtê ya girêdayî bajarê Agiriyê hatiye dinê. Navê bavê wî Bedîh e, ku di nava gel de wek Bedîhê Mihê Zîlî tê nasîn. 

Kalikê Dengêbêj Şakiro Mihê Zîlî, di destpêka sedsala bîstemîn de li aliyê Erîwanê gundê Qerqayê dijiya. Qerqa, di qûntara Çiyayê Elegezê de di nava tixûbên Ermenîstanê de gundekî ye. Mihê, ji Ermenîstanê tê li Kelê yê ser navçeya Eleşkîrtê ya ser Agiriyê bicih dibe. Mihê Zîlî dibe bavê heft zarokan. Digel Bedîh, kurekî wî jî navê wî Xalid e ku ew jî di dema xwe de dengbêjekî bi navûdeng bûye.

Li gor qeydên fermî yên nasnameyê Dengbêj Şakiro di sala 1936an de ji dayîk bûye lê li gor gotina birayê wî Teyfîq di sala 1931ê de li gundê Kelê ji dayîk bûye. Şakiro, hîna zarokek pêcsalî ye bavê wî Bedîh, bi malbatî koçî gundê Cemalvêrdî yê ser navçeya Dutaxa girêdayî Agiriyê dikin û li wir bicih dibin. Gundê Cemalvêrdî, gundê dengbêjên navdar ên Civaka Kurd Evdalê Zeynê û Bedîhê Kor (Bedîhê Çavşûş) e. 

Dengbêj Şakiro di heftsaliya xwe de dibe şagirtê Bedîhê Çavşûş. Ji wî pîvanên bingeha stranbêjiyê hîn dibe. Ji heftsaliya xwe de kilaman distrê û dengê wî yê balkêş, awaza wî ya cuda ji zarotiya wî ve balê dikişîne. Di wî temenî de tevlî dîwana dengbêjiyê dibe, distrê. Ji gundên derdor ji bo ji wan re bistrê wî vedixwînin. Di heman demê de bi qasî deh salan li cem pisporê deng Bendîhê Çavşûş wek şagirt xwe digihîne. Dengbêj Şakiro, di dema pisporiya xwe de gelek dengbêjan dinase û bi hinekan re hevaltiyê dike. Denbêjên wek; Ferzê, Resoyê Gopala, Evdilselamê Koşkê, Mistefayê Çiftborî, Feqiyê Qizkapanê, Mihemedê Beyro… Wek; Şahê Dengbêjan û Kewê Ribat jî hatiye binavkirin Dengbêj Şakiro, wek şagirtê Resoyê Gopala parwerde bûye. Ew mercên civakî yên tên jiyandin; zimanê Kurdî qedexe ye, nivîsandin û axaftina Kurdî qedexe ye. Ji ber vê yekê bi giranî ev dîwanên dengbêjan pêşî veşartî, kesên ku ji bo wan xetere bibin pê nahesînin pêk tînin. 

Piştî berxwedan û tevkujiya Agirî-Zîlanê, di nava gel de girtinî, zîndanîkirin, bi cezayê îdamê darizandin û cezakirin demên dirêj berdewam dike. Bi vê boneyê, bi sedema ku tevlî berxwedana Agirî-Zîlanê bûne; Mehemedê Zîlî, kurê wî Bedîhê Zîlî û zarokên Bedîh; Selîm, Salih, Saîd û Şakir (Şakirê Dengbêj-Dengbêj Şakiro) tên girtin wan dixin girtîgeha Mûşê. Di dadgehê de bi daxwaza cezayê îdamê tên darizandin. Di pêvajoya darizandinê de, du sal şûnde di sala 1959an de, di derheqê wan de biryara beraetê tê dayîn lê biryara nefye, sirgûnê li wan tê birîn û ew bi malbatî dişinin Adanayê. Di vê navberê de Mehemedê Zîlî û neviyê wî Selîm rehmet kirine. Hemû kesên din ên malbatê; Saît, Salih, Şakirê Dengbêj û çar bira û du xwuşkên biçûk ji bo bajarê Adanayê tên nefîkirin. Li Adanayê heft sal sirgûn dimînin.
Di sala 1966an de dema wan a nefyê diqede û ew bi destûra êdî dikarin vegerin warên xwe, malbat vediger Mûşê. Li ser vê destûra vegerê malbat vedigere Mûşê. Demek şûnde hinek vedigerin Agiriyê, hinek diçin Aydinê hinek jî dîsa vedigerin Adanayê li wir bicih dibin. Dengbêj Şakiro digel malbata xwe du sal li Mûşê dimînin. Di sala 1968an de diçin Gogsî (Karayazi) ya navçeya bajarê Erzeromê. 

Xwedî awazek zelal, balkêş, serhildêr û berxwedêr Dengbêj Şakiro; li gor mercên tê de jiyaye wekî koma dengbêjan nûneriya muzîka Civaka Kurd, dengbêjiyê dike, li hember pişaftinê têdikoşe, hestên gelêrî yên Civaka Kurd diparêze geş û gurr dike, li hember pişaftinê, berxwedana ziman û çanda Kurdî pêk tîne. Vê yekê jî ji hişyariya bavê xwe, Bedîhê Zîlî pêk tîne; “Şakirê min, kurê min heke tu bi zimanê Kurdî nestrêyî ez ê te ji ewladtiyê bavêjim!” lewre di wê çaxê de radyoya ku weşana bi zimanê Tirkî dike di nava gel de dengê wê belav dibe, bangî hin dengxweşên Kurda dikin da ku bi zimanê Tirkî bistrên û stranên Kurdî wergerînine Tirkî. Bi vê hişyariya bavê wî, berê Dengbêj Şakiro sererast dibe û êdî ew di rêya xwe de bi hunermendiyek balkêş dimeşe. Bênavber distrê, bi rojan di dîwanan de distrê, kilaman dihûne, awazan diafirîne. Li ser egîtiya nava civakê, lehengiya kesayetan, taybetiyên evînên balkêş, bûyerên evînê diponije, li ser wan kilaman dihune û bêwestan distrê. Dema diçe gundekî, li wir bi dehan teyp ji bo qeydkirina stranên wî amade li benda wî ne! Û hundurê odeyê, ewyana malê tije mirov bûne li benda wî ne. Gelek kilamên wî bi vî rengî hatine qeydkirin. Em bi bawer in ku hîna hinek kilamên wî derneketine pêşberî gel. 

Hinek ji kilamên Dengbêj Şakiro yên bi balkêşî têne guhdarîkirin ev in:  Kekê Xiyasedîn, Geliyê Zîlan, Gulê Dêran, Emro, Şerê Mala Nasir, Eliyê Pûrto, Nêçîrvano, Esmerê, Kejê û hwd. 

Dengbêj Şakiro, di sala 1996an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Qebra wî li Goristana Navend a Altindaxê de ye. Li ser kêlka wî: “Ji Kurê Bedîh Axa Helbestvanê Rojhilat Şakir Denîz re Fatîha 1936-1996) nivîsandî ye.