Di Derheqê Me De

PÊDIVIYA WEQFA DENGBÊJIYÊ

 

Weqif, di wateya; “dayina bi temamamî, bi temamî dayîn”ê de ye, koka peyvê bi zimanê Erebî ye. Ev yek, ne bi zordariyekî, bi armanca destekirin, alîkarkirin, xwedîderketin e. Li vê derê xwedîderketin; di wateya, bi tenê ji aliyê madî ve destekirin, alîkarîkirin nîne. Weqif, ji bo jiyandina nirxan, pêşeroja atmosfera çandî ya ku tê xwestin bê pêkanîn jî gelek girîng e.

 

Hin caran; ji bo derketina derveyî tevgerîna gelemperî – wek alîkariya kesên pêdiviya wan hebe- jiyandina kevneşopiya ber bi tunebûnê ve diçe, ji bo vê kevneşopiyê bi wayakekî sererast bigihînin nifşên nuh, avakirina weqfekî dibe peywirekî pêwîst. Lewre, weqif wek ku di wateya; “xwedîderketin, dayina bi temamî, dayina bi sererastî” yê de ye, di wateya; “xwedîderketina çandekî ye, ji bo jiyandina vê çandê jî, kesên dildar divê ji xwe, ji keda xwe, ji dema xwe gelek tiştan bidin” de ye jî. Di vê demê de, di warê “Dengbêjiyê” de, avakirina weqfekî jî, bi navê çand û muzîka Kurdî, berhema xebatek hevpar e.  

 

Çima pêdivî bi avakirina weqfekî ya li ser kevnaşopiya Dengbêjiyê hate dîtin?

Dengbêjî; ji ber ku herî zêde, çanda Kurdî nifş bi nifş daye jiyandin û gihandiye roja me girîng e. Mirov ji dema ku peyiviye şûnde mirov xwestiye ku; rewşa xwe, êşên xwe, şahiyên xwe, hêviyên xwe, pêdiviyên xwe û bêriyên xwe ragihînin kesên kesên din. Pêkhatina wêjeya devkî jî bi lêgerînek wiha teşe girtiye. Di çand û wêjeya Kurdî de dengbêjî; tê wateya vegotina şahidiya bûyerên dîrokî di forma muzîqal de ye ku ev, ji ber bi sedsalan hatiye qedexekirin, zext lê hatiyekirin derfeta bi peşketina nivîskî nedîtiye, lê belê di teşegirtina hiş û çanda mirovan de rolekî mezin leyîstiye. Digel hemû astengiyan, barhilgêrên barê bîra çanda kurdî dengbêjan, danasîna, tenê wek kesên îcrekerên hunerê, ew ê bêmafiyek mezin be. Di vê dema modern a ku amûrên dîjîtal ev qas li hemû derverî belav bûne de, ji ber îhtimala wendabûna kevneşopiya “devkî” bi navgîniya saziyekî jiyandina dengbêjiyê rû daye. Armanca avakirina weqfa bi navê Dengbêj Şakiro divê rast bê dîtin ku di asta nûneriya dengbêjiyê de ye û di nava gel de wek “Şahê Dengbêjan Şakiro” tê nasîn. Armancên avakirina vê weqfê û qadên xebata weqfê bi vî rengî em dikarin rêz bikin.

 

1. Parastina Bîra Çandî

Dengbêjên ku dîroka bi êş û şahiyên Kurdan hatine honandin a bi deng berbiçav kirine di weqfê de; wek arşîva çandî tomar bike, van tomarkirinan têxe bin qeydan, her wiha “pirtûkxaneya dengî ya dîrokî” ya dewlemend, bigihîne nifşên pêş, ew ê parastina bîra çandî pêk werîne.

 

2. Zindîkirina Kevneşopiya Dengbêjiyê

Di dema me ya ecibînên muzîkal zû diguherin de, li gor vê yekê; ji bo nifşên ciwan ên ji kevneşopiya dengbêjiyê biyanî mane bigihînin vê kevneşopiya qedîm, bernameyên perwerdeyê, atolyeyên bên amadekirin û mihrîcanên bên pêkanîn ew ê zindîkirina dengbêjiyê pêk werînin. Li gor dorfirehbûna nîvenga dîjîtalê, di van platforman de di nava ciwanan de bi bi dorfirehkirina “pêşbaziyên dengbêjiyê” ew ê berê ciwanan bide vê qadê. Dengbêjî, divê di nava kalibên nayên guhertin de neyê dîtin, wek hunera hemdem dewlemend e û armanca wê jî xwe bigihîne girseya ji ceribandinên muzîkalê re vekirî û dorfireh e. 

 

3. Parastina Ziman û Nasnameyê

Di jiyandin û dewlemendkirina zimanê Kurdî de jî dengbêjî, wek xezîneyek ku alîkariyek mezin dide ye. Bi lêkolîn û tomarkirina hin peyvên Kurdî yên ku berê hatine bikaranîn lê belê niha li hin hereman sînordar mane wek ferheng wek pirtûk bên pêşkêşkirin, ew ê nasnameya Kurdî û bihêzbûna heyîna çandî destek bike. 

 

4. Danasîna Navneteweyî

Dema em bibêjin nirxên çandî tenê divê bi wî gelî neyê sînordarkirin, dengbêjî jî digel Civaka Kurd wek mîrateya çandî ya cîhanî divê di platformên navneteweyî de divê bê nirxandin. Bi hevkariya têkiliyên navneteweyî, bi poje û mihrîcanên bên pêkanîn ew ê hewldana “dengbêjî degê cîhanê ye” bê pêşkêşkirin. Bi serîlêdana fermî ya UNESCOya ku armanca parastina mîrateya çandî ya cîhanê pêktîne, ew ê hewl bê dayîn da ku dengbêjî tekeve Lîsteya Mîrateya Çanda Neberbiçav. 

 

5. Tevkariya Aborî û Civakî

Him madî him jî manewî dengbêjên bên destekirin, ji bo di mercên baştir de û ji bo di qadên ku bêhtir xwe bigihînin girseyê, hunera xwe îcra bikin mercên baştir ew ê bên amadekirin. Bi çalakî û mihrîcanên bên pêkanîn, ew ê alîkariya aboriya heremê pêk were û dorfirehbûna tûrîzma çandî bi peş bikeve.

 

6. Amûra Aştî û Diyalogê

Bi navgîniya dengbêjiyê ku dewlemendiya sedsalan a çandî hilgirtiye, bi xebatên ji bo di navbera gelan de pirên diyaloga çandî bên avakirin, ew ê di nava çandan de deriyê hevbandorkirinê bên vekirin.

 

Him ji bo bipêşxistina çanda Kurdî him jî ji bo alîkariya mîrateya çandî ya cîhanê weqif ew ê karekî mezin bide ser xwe; tenê bi paşerojê ve girêdayî nemîne, di heman demê de nûbûnekî çandî û hewldanek mîratehiştina pêşerojê ye.